Xwepêşandêrên piştgir û dijberên mafên jiberxwrbirinê, doh bi şev li ber Dadgeha Bilind Amerîkayê kom bûn û xwepêşandana wan heta sibeha Sêşemê dirêj kir.
Xwepêşandan piştî raporeke Politico hate lidarxistin, ku roja Duşemê derketibû û tê de nerîneke seretayî şirove kir. Ew pêşniyar dike ku Dadgeha Bilind ya Amerîkayê amade be doza girîng ya sala 1973 bi navê Roe v. Wade jinav bibe.
Alîgirên mafên jiberxwebirinê yên li derveyî dadgeha Waşingtonê xuya bûn ku ji dijberan pirtir in.
Biryara jinavbirina Roe v. Wade dê bibe sedema qedexekirina jiberxwebirinê li hema hema nîvê wîlayetan û dibe ku encamên mezin ji bo hilbijartinên îsal derxe pêş.
Lê ne diyar e ka ew nerîn gotina dawî ya dadgehê ye li ser vê mijarê. Ew bi giştî di pêvajoya amadekirinê de ye.
Ew nerîn dibêje,"Roe ji destpêkê ve pir şaş bû". Ew ji aliyê dadwer Samuel Alito ve hat îmzekirin, endamê piraniya mûhafazakar 6-3 ya dadgehê ku ji aliyê serokê berê George W. Bush ve hatibû binavkirin.
Tê pêşbînîkirin ku dadgeh beriya ku dema wê di dawiya Hezîranê an serê Tîrmehê de biqede, dê li ser dozê biryarê bide.
Peyvdara Dadgeha Bilind got ku dadgehê ti şîroveyek tineye û ajanasa Associated Press nikaribû tavilê rastiya vê nerîna Politico ya hatî belavkirin, piştrast bike.
Jêder: AP