Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wê Depoyeke Çekan li Ukrayna Kiribû Armanc, Ne Bazarek


Wezareta berevaniya Rûsyayê roja Sêşemê red kir ku wê bi mûşekan li navendeke bazirganî ya bajarê Kremenchuk ê Ukraynayê xistiye, û got ku wê li depoyeke çekan xistiye û piştre teqîneke cebilxaneyî bûye sedema agirekî li bazarê.

Herî kêm 18 kes roja Duşemê hatin kuştin, li gorî ku Kyiv got, di êrîşeke mûşekî ya Rûsyayê ya rasterast de li dijî navenda Kremenchukê.

G7 ev êrîş wek sûcê şer yê Rûsyayê bi nav kir û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy got ku ew "yek ji êrîşên terorîstî yên herî dijwar di dîroka Ewropî de ye", û Rûsya tawanbar kir ku rasterast sivîlan dike armanc.

Mosko roja Sêşemê ev tawanbarî red kir, û got ku wê li armanceke leşkerî ya rewa xistiye, û navenda bazarê nayê bikaranîn.

Ukrayna got ku bazar rasterast ji aliyê mûşekên Rûsî ve bûye armanc û dora 1,000 kes di dema êrîşê de di nav bazarê de bûn.

Hewldanên rizgarkirinê roja Sêşemê berdewam kirin ji bo dîtina rizgarbûyan û termên qurbiniyan. Bi dehan birîndar hatin rakirin bo nexweşxaneyê.

Ukrayna ragihand ku di rojên dawî de êrîşên Rûsyayê zêde bûne. Roja Yekşemê, avahiyek niştecihbûnê ya li Kyiva paytext hate xistin, di êrîşa yekem de li ser paytextê ji destpêka hezîranê û vir ve.

Li kêleka navenda bazirganî, Ukrayna got ku mûşekên Rûsî roja Duşemê li bajarên Xarkêv û Lysychansk ên rojhilat jî xistin, di yek ji rojên herî xwînî de ji bo qurbaniyên sivîl di çend hefteyan de.

Alîkarê Balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Dmitriy Polyanskiy çend demjimêran piştî ku roja Duşemê ji Kremençuk kuştiyên yekem hatin ragihandin, Ukraynaya tawanbar kir ku bûyerê ji bo bidestxistina piştgiriyê bikar tîne berî civîna bilind a 28-30 Hezîranê ya hevalbendiya leşkerî ya NATOyê.

Rûsyayê gelek caran red kir ku di dema êrîşa xwe ya çar mehan de li dijî Ukraynayê, deverên sivîl armanc kirine. Neteweyên Yekbûyî dibêje ji dema ku şerê Rûsyayê di 24ê Şibatê de herî kêm 4700 sivîl hatine kuştin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG