Di demekê de ku şerê Rûsya li dijî Ukraynayê derbasî meha çaran dibe, karbidestan li Kyivê tirsa xwe diyar kirin ku bîrokeya "westandina şer" dikare îradeya Rojava ji holê rake ji bo alîkarîya welat ji bo paşdexistina êrîşa Moskoyê.
Amerîka û hevalbendên wê bi mîlyaran dolar çek dane Ukraynayê. Ewropa bi mîlyonan mirovên ji ber şer koçber bûne wergirtin û li Ewrupaya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yekîtîyeke bêhempa heye di sepandina cezayan de li ser Serok Vladimir Putin û welatê wî.
Lê dema ku şoka êrîşa 24ê Şibatê kêm bibe, çîrovekar dibêjin Kremlin dikare pevçûnek demdirêj û kêmbûna berjewendiyê di nav hêzên rojavayî de bikar bîne ku dibe sedema fişara li Ukraynayê ji bo çareseriyê.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy berê li ser pêşniyazên rojavayî ku divê ew cûreyeke lihevkirinê bipejirîne nerazî ye û dibêje dê Ukrayna mercên xwe yên aştiyê bisepîne.
Wî got "Westabûn her ku diçe mezin dibe, mirov ji xwe re encamek (ku sûdmend e) dixwazin, û em ji xwe re encameke (din) dixwazin."
Pêşniyaza aştiyê ya Îtalyayê hat redkirin, û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rastî bertekeke hêrs hat piştî ku wî got ku her çend dagîrkirina Putin "şaşiyek dîrokî" bû jî, divê hêzên cîhanî "Rûsya sivik nekin, ji ber ku dema ku şer raweste, em dikarin bi hev re rêyên dîplomatîk ava bikin.”
Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba got ku axaftinên bi vî rengî "tenê dikare Fransa û her welatekî din ku bangî wê bike sivik bike."
Heta gotina Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka Henry Kissinger jî, ku gotibû Ukrayna divê jidestdanên axê bide ber çavan, rastî bertekên Zelenskyy hatin ku got ew yek da beramber sala 1938an ku hêzên Ewrupî hişt Almanyaya Nazî beşek ji Çekoslovakyayê îdîa bike da ku êrişa Adolf Hitler raweste.
Kîev dixwaze Rûsyayê ji herêmên ku nû hatine desteserkirin li rojhilat û başûrê Ukraynayê derxîne, her wiha nîvgirava Qurum ku Moskoyê di sala 2014an de bi xwe ve girêda, û beşên Donbasê yên di bin kontrola cudaxwazên bi piştgirîya Kremlin ji heşt salên borî de ne, vegerîne.
Volodymyr Fesenko, şîrovekarê siyasî yê navenda Penta Center dibêje her mehê Ukrayna 5 mîlyar dolar li şer xerc dike û ev jî dihêle ku, Kîev pala xwe bide ser helwesta yekgirtî ya Rojava.”
Ukrayna dê pêdivî bi çekên hîn pêşkeftî hebe da ku serketinê misoger bike, ligel îradeya rojavayî ku fişara aborî ya li ser Rûsyayê bidomîne da ku Moskoê qels bike.
Fesenko di hevpeyvînekê de ligel ajansa Associated Press got, "Eşkere ye ku Rûsya bi biryar e rojava têk bibe û aniha stratejiya xwe li ser vê yekê ava dike ku welatên rojava westiyabin û hêdî hêdî dest bi guhertina gotara xwe ya çekdarî bikin û behtir ber bi yeka nermtir biçin.”
Li Amerîka û Ewrupayê hîn jî romaleke berfireh ji şerre heye, ji ber dîmenên mirina sivîlên Ukraynayê di mezintirîn şerê li ser parzemînê de ji dema şerê Cîhanê yê Duyemîn.
Amerîka alîkariya Ukraynayê didomîne, û Serok Joe Biden hefteya borî got ku Waşinton dê sîstemên rokêt û cebilxaneyên pêşkeftî pêşkêşî wê bike ku dê karibin bi awayekî rastir li armancên sereke yên qada şer bixin.
Di gotarek New York Timesê ya 31ê Gulanê de, Biden got, "Ez ê fişarê li hikûmeta Ukraynayê – ne bi dizî û ne jî aşkere – nekim da ku erê bikin ti navçeyên xwe ji dest bidin."
Almanya, ku ji ber dudiliya têgihiştinê rastî rexneyên Kîev û cîhên din hatibû, soza sîstemên xwe yên berevaniya esmanî ya herî nûjen da.
Nigel Gould-Davies, lêkolînerê karûbarên Rûsya û Aurasyayê li Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk, got: "Tiştek wekî vê ne bû, heta di şerê sar de jî dema ku Yekîtiya Sovyetê herî xeternak xuya bû."
Digel ku ew di "piştgiriya berbiçav a ji bo Ukraynayê" de ziyaneke girîng nabîne, Gould-Davies got: "Li ser mijarên ku divê armancên rojavayî çi bin de hin nakokiyên cuda hene. Ew hîn bi awayekî zelal nehatine diyarkirin.”
Xemgîniyên navxweyî yên Ewrupayê rê li ber axaftinê vedike, nemaze ji ber ku bihayên enerjiyê û kêmbûna madeyên xav dest pê dike ku zirarek aborî bide mirovên asayî yên ku bi fatûreyên bilind ên elektrîkê, lêçûnên sûtemeniyê û bihayên tiştan re rû bi rû ne.
Jêder: AP