Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen roja Sêşemê bang li hevalbendên Amerîkî kir ku piştgirîya darayî bo Ukraynayê zêde bikin û got ku alîkariyên heta niha hatine ragihandin têra pêwîstiyên demkurt ên wî welatî nakin di şerê dijî dagirkeriya Rûsyayê de.
Yellen di axaftina xwe ya kombûna aborî ya Brokselê de got, "pêdivîyên darayî yên Ukraynayê girîng in." û amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Ukraynayê bi berdewamî kar dike ji ber jîrbûn û mêrxasiya karbidestên wî welatî.
Yellen got, "Di mehên heta ku berhevkirina bacan dikare bi lez dest pê bike, Ukrayna pêwîstî bi dayîna mûçeyan bo leşker, karmend û xanenişînan heye, û her weha ji bo rêvebirina aboriyeke ku dikare pêdiviyên bingehîn yên welatiyan pêk bîne.”
Biryar e Yekîtiya Ewropî roja Çarşemê pakêteka nû ya deynan bo Ukraynayê pêşniyar bike
ji bo peydakirina alîkariyên lezgîn ligel sozên nûavakirina demdirêj.
Du berpirsên pêwendîdar ji Reutersê re got ku paketa destnîşankirî ya demkurt, dê tenê bo du mehan têra Ukraynayê bikin.
Yellen bang li hevalbendan kir ku "ji bo zêdekirina piştgiriya darayî bo Ukraynayê bi me re bibin yek.”
Di demekê de Senatoya Amerîkayê nêzîktir bûye ji derbaskirina pakêta xerckirina 40 milyar dolarî ya leşkerî û alîkariyên mirovî ji bo wî welatê ku rastî şer bûye.
Jêder: Reuters