Di her du rojên dawî de çekdarên DAÎŞê êrîşeke berfireh ser deverên ku di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dane pêk anîn.
Li ser dirêjîya di navberê Cerablusê û Bendava Tişrîn ji milê Rojavayê Çemê Firat, DAIŞ bi topên hawanê û rokêtan milê Rojhilatê çêm topebaran kir.
Ji alîyê xwe ve HSDê bê bersîv nema û wan jî cih û deverên çekdaran topebaran kirin û di encam de bêtirî 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin li gor daxuyanîya HSDê.
Li ser êrîşa DAIŞê, Şervan Derwîş. Berdevkê HSDê li Kobanê ji Dengê Amerîka re axifî.
“Destpêka êrîşa xwe de çekdaran bi 5 otombîlên bombebarkirî êrîş kirin, lê ew otombîl ti encam negirtin jiber ku berî bigihêjin armanca xwe, hatin ruxandin. Herwiha 2 otombîlên bombebarkirî ketin dest şervanên HSDê û di encama şer û pevçûnan de hejmareke çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 3 şervanên HSDê jî jîyana xwe ji dest dan.”