Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di serê sibeha roja Sêşemê de, di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û komên çekdar yên girêdayê Tirkîyê li derdora bajarokê Dêr Hafer li başûrê rojhilatê Helebê û eniyek din li başûrê Helebê şer û pevçûnên dijwar rû dane.
HSD’ê kontrola qereqola Babîrî ya ku ava Helebê pompe dike, bi dest xistin û ber bi herêmeke ku tenê 5 kîlometre dûrî bajarokê El-Xefsah e, pêşve çûn, SOHR got.
Çavderîyê dîyar kir ku HSD li herêmeke nêzî gundê Ebû Qelqel ku 12 km dûrî bajarê Minbicê ye, pêş ve çûne, dema ku niha jî di nav pevçûnên tund de bi çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûrîye" (SNA) er bi Gundê Abo Qal pêşve diçin.
Li gor ragihandina SOHR, HSD kontrola gundên Hobek, Tûweynî, Qeşla, El-Saîdîn û El-Hac Husên li gundewarê Helebê bi dest xistine û niha ber bi çar gundên derdora bendava Teşrînê pêşve diçin.
"Ji aliyekî din ve, artêşa Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayê wê çend gundên Eyn Îsa û gundewarên Til Ebyadê li bakurê Reqayê topbaran kirin, lê ziyanên canî çênebûne," SOHR got.
HSD jî di daxuyanîyeke de roja Sêşemê ragihand ku li heremên rojhilatê Minbicê bi çekdarên girêdayê Tirkîyê re şer û pevçûnên dijwar berdewam dikin.
HSD got ku êrîşên li ser gundê "Qebr Îmo" yê dikeve rojhilatê bajarê Minbicê hatine têkbirin.
"Li xeta Bendava Tişrînê jî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşeke çeteyan ya li ser gundên (Mehşiyet El-Tewahîn, Xirbet Tuenî) yên girêdayî navçeya Ebû Qelqel têk birin û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin," HSD got.
Li gor ragihandina HSD li Ebû Qelqel hezên we gelek çek û cebilxaneya çekdarên girêdayê Tirkîyê jî bi dest xistine.
Jêder: SOHR, Daxuyanîya HSD