Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Abdî jiber Êrîşên Dronî Daxwaza Pirtir Sîstemên Berevanîya Esmanî Dike


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî îro Pêncşemê ji Reutersê re got ku divê li bakur û rojhilata Sûrîyê sîstemên berevanîya esmên werin bi cîh kirin.

Abdî got ku êrîşên dronî yên hêzên bi piştgirîya Îranê yên dijî kampên wan fikaran çêdikin.

Gotinên Abdî nîşan didin HSD, ku bi hêzên Amerîkî re tevdigere, piştî gurbûna girjîya Îsraîl û Hamasê li herêmê bê berevanî maye.

Bingehên ku li bakur û rojhilata Sûrîyê yên yekîneyên Amerîka û şervanên HSD’ê, lê dimînin di demên dawî de jiber piştgirîya jibo Filîstînîyan bi êrîşên komên bi piştgirîya Îranê re rûbirû mane.

Komên bi piştgirîya Îranê 28’ê Rêbendanê li Urdunê bi êrîşeke dronî 3 leşkerên Amerîkî û di 4’ê Sibatê de jî li rojhilata Sûrîyê 6 şervanên HSD’ê kuştibûn.

Abdî dîyar kir ku êrîşên dronî yên dawî nîşan dide ku divê li bakur û rojhilata Sûrîyê kanînên teknîk û sîstemên berevanîyê esmên werin zêde kirin.

‘’Amerîka piştrast kir ku ewê jibo astengirina van êrîşan hewil bide’’ Abdî got.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di 10 salên dawî de, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bû yek ji hevbendên girîng yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka.

Qadên petrolê û navendên 900 leşkerên Amerîkî jî di nav de, parek ji çar parên Sûrîyê di destê HSD’ê de ye.

Tevî ku di demên dawîyê de hin nûçe derdikevin ku Amerîka plan dike ku wan yekîneyên li Sûrîyê vekişîne, Abdî got ku Wezareta Derve, Qesira Sipî û Pentagonê ji wan re dîyar kiriyne ku ewê erka xwe yên li herêmê bidomînin.

Lê, Abdî dîyar kir ku dibe ku leşkerên Amerîkî rojeke di demên pêş de ji herêmê vekişin jiber.

Fermandarê Kurd hişyarî da ku bi vekişîna Amerîka re li herêmê wê gefên komên bi piştgirîya Îranê, DAŞ’ê û Tirkîyê, ku hem HSD hem jî YPG’ê wek komên terorîst dibîne, zêdetir bibin.

XS
SM
MD
LG