Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew ligel hikûmeta demkî ya Sûrîyê gihiştîye rêkeftinekê derbarê rawestandina şer û bicihanîna çend xalên din, wekî tevlîkirina HSD di nav artêşa Sûrîyê de.
HSD'ê îro Înê di daxuyanîyekê de got rêkeftin di serê de li ser agirbesteke berfireh e di navbera wan û hêzên hikûmeta Sûrî de, ligel têgihiştinekê ji bo prosesa tevlîbûna hêzên leşkerî û rêveibrî.
Li gor rêkeftinê, dê hemû hêzên leşkerî ji xalên têkilîyê vekêşin. Ligel wê, dê hêzên ewlekarîya yên ser bi wezareta karên hundir ya hikûmeta Sûrîyê derbasî navendên bajarê Hesekê û Qamişloyê bibin. Ji bilî wê yekê, dê prosesa tevlîkirina hêzên ewlekarî li deverê destpê bike.
Di warê leşkerî de, dê firqeyek bi sê lîwayan çêbibe ku hemû endamên wê şervanên HSD'ê ne. Li Kobanîyê jî dê lîwayek çêbibe, wekî beşek ji firqeyekê ser bi parêzgeha Helebê ve.
Rêkeftin dibêje ku hemû sazîyên Rêvebirîya Xweser dê tevlî sazîyên dewleta Sûrî bibin û ligel wê dê mafên sivîl û yên perwerdeyî bo Kurdan were serrastkirin.
Rêkeftina di navbera herdu alîyan, li gor daxuyanîya HSD'ê, dê vegera derbideran bo cih û warên wan misoger bike.
Wezîrê Ragihandina Sûrîyê Hemza el Mustefa jî îro Înê ragihand ku hemû dezgehên dewletê dê werin jêr desthilatdarîya hikûmeta Sûrî û ti beşê welêt ji derveyî wê desthilata namîne.