Lînkên eksesibilîtî

Li Sûriyê Êrîşên Esmanî 6 Şervanên HSDê Birîndar Dikin


Hêzên Sûriya Demukrat ku piştgiriya Amerîka werdigrin, dibêjin êrîşên esmanî yên Rûsî li nêzîkî bajarê Dêrazorê 6 şervanên wan birîndar kirin.

Komandariya HSDê ya ku Kurd serkirdayetiya wê dikin, îro Şemiyê di daxuyaniyekê de got êrîş li aliyê rojhilata çemê Ferêt pêk hat, li navçeya pîşezaiyê ku di van demên dawî de ji bin destê Daiş hatibû rizgarkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye êrîş piştrast kirin, lê got ne diyar e ka ew ji aliyê firokên Rûsî an Sûrî ve pêk hatin.

Şervanên HSDê li qeraxa rojhilata çemê Ferêt serkeftina qezenc dikin li dijî çekdarên Daiş, di demekê de ku hêzên hikûmeta Sûriyê li aliyê rojhilat êrîş dikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG