Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dibêje di Ketina Helîkopterê de 9 Şervanên Wê li Herêma Kurdistanê Mirin


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Înê ragihand ku 9 şervanên wê di ketina helîkopterekê de jîyanên xwe ji dest dane.

HSD’ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku endamên wê ku jîyanên xwe hinda kirine, endamên Yekîneyên Antî Teror (YAT) bûn û wek beşeke operasyona dijî DAIŞ’ê li Herêma Kurdistana Îraqê bûn.

“Di çarçoveya tekoşîna dijî şaneyên DAIŞ’ê, yekîneyeke ji YAT ên girêdayî hêzên me berê xwe da Başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehîyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê.”

Daxuyanîya HSD’ê got ku hawayê xirab di ketina helîkopeterê de bandoreke mezin kiriye.

“Di dema şandina yekîneyê jibo bajarê Silêmanî di êvara 15’ê Adara 2023’an de, du helîkopterên ku şervanên me veguhestin wê heremê jiber rewşa ne baş ya hewayê ketin xwarê û 9 şervanên me bi fermandarîya fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê şehîd bûn.”

HSD’ê bi bîr xist ku hêzên wê yên Antî Terorê di şerê dijî terorê de şervan û fermandarê xwe ê herî baş feda kirin û ji Kobanê heta Reqa û Dêrezorê şerên dijwar kirin.

“Ev hêz bi şêwazên şer ên pêşketî hatine perwerde kirin û hevkarê serekî yê Hevpeymanîya Navdewletî ne di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi awayekî aktîf tekoşîn dikin û jibo pêşxistina kanînên xwe yên şer û teknîkî û bihêzkirina mekanîzmayên çalakîya hevbeş li herêmê ligel hêzên cuda yên ku şer DAIŞ'ê dikin.”

HSD’ê di daxuyanîya xwe de sersaxî ji malbatanên şervanên xwe re xwest.

“Em sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin; Em teqez dikin ku fedakarîya wan şehîdan wê bibe ronahîya berdewamîya berxwedanê û parastina gelê me û axa wî a pîroz.”

HSD’ê di dawîya daxuyanîya xwe de bang li karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê kir ku termên şervanên wan radestî wê bike.

“Di heman demê de em bang li rayedarên peywendîdar ên herêma başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê û li gorî rêgez û kevneşopiyan tevbigerin.”

XS
SM
MD
LG