Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

li Sûriyê Pevçûnên Giran di Navbera HSDê û Daiş de Dibin


Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got pevçûnên giran di navbera Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Daişê de bûn sedeme kuştina bi dehan sivîl di du rojên borî de.

Bi piştgiriya firokên şer û hêzên taybet ên Amerîkî, HSDê şerê bermayên gurûpa Daiş li nêzîkî sînorê Îraqê dike.

Çavdêriya Sûrî got HSDê cihên ku di çend rojên borî de ji dest dabûn careke din kontrol kirin.

Peyvdarê koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka kolonel Sean Ryan ji ajansa Rueters re got:

"HSDê gelek navçeyên ku doh ji dest dab[n vegerandin… herdû aliyan ziyan hebûn.”

Wî got hêzên Îraqê sînor diparêzin da ku çekdar nerevin.

Ajansa dewletê ya nûçeyan SANA got firokên koalisyonê di komkujiyeke nû de li gundê el-Şaafa 14 kes kuştin.

Kolonel Ryan doh Şemiyê gotibû êrîş sînordarin û bandorê nadin ser sivîlan.

XS
SM
MD
LG