Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî îro Duşemê ji Twitterê dîyar kir Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Reqa êrîş biriye ser navendeke hêzên bi pêşengîya Kurdan.
Ebdî da zanîn ku di encama êrîşa xwekujî de 6 hêzên ewlekarîyê canên xwe ji dest dane.
Berdevikê HSD’ê Ferhad Şamî jî dîyar kir ku ji êrîşvanan yek hatiye kuştin û yek jî hatiye girtin.
DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Îraq û Sûrîyê ax bi dest xwe xistibûn, lê ew ax di sala 2019an de bi temamî ji destê wê derketibûn.
Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de HSD’ê, ku Yekîneyîn Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de wek aktoreke girîng dibîne.
Karbidestên Tirkîyê YPGê wek rêxistineke terorî dibînin û dixwazin li bakurê Sûrîyê operasyonên berfireh li dar xin.
Washington dîyar dike ku tevgerên Tirkîyê bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê metirsîyan çêdikin û bi tundî dijî daxwaza Washingtonê disekine.