Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona HSD li Reqa bi Dawî Hat, 127 Daişî Hatin Girtin


Operasyona HSDê piştevaniya ezamnî ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Reqayê bi dawî hat.

HSDê dibêje, di operasyonan de 127 endamên DAIŞê ku yek ji wan waliyê Reqayê yê DAIŞê bûye girtin û operasyonê armanca xwe pêkanî.

Berpirsê ragihandina YPG Sîyamend Elî di daxuyanîyek taybet ji bo Dengê Amerîka encamên oprasyonê anî ziman:

"127 çekdarên Daişê hatin girtin, di nava wan de emîrê Reqayê yê Rêxistina terrorist Daiş"

Di oprasyonê de hêzên hevbeş ser bi tûnêleke çekan serdema Reqa paytexta DAIŞê bû vebûn.

Êrîşa çekdarên DAIŞê di Kanûna 2022an de li ser navendeke asayîşê li bajarê Reqayê ku ji encamê 6 endamên asayîşê û HSDê canê xwe ji dest dabûn, herwiha destpêkirina vê operasyonê dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li nav bajar, bajarok û gundewarê parêzgeha Reqayê tirseke zêde li ba xelkê Reqayê çêkiriye.

Fermandarekî asayîşa Rêveberiya Xweser li Reqa Elî Hesen got :

"Operasyona Tolhildanê bo Şehîdên Reqayê li herdû navçeyên Reqa û Tebqe û gundewarên wan dijî şaneyên DAIŞê destpê kiriye, ev jî piştî êrîşa wan li ser navenda asayîşê bûbû."

HSD ji despêka vê salê de du porasyonên cûda dijî şaneyên Daişê pêkanîn, yek di destpêka vê salê li herêma Cizîrê, a din ji 25 meha derbasbûyî li herêma Reqa û Tepqa pêkanî.

Şopîner bawedikin ku Daişê sûde ji êrîşên Turkîyê ya dawîya sala derbasbûyî girt, ku wê demê HSD ji ber fişara ewlekarî ser hêzên ji alîyê Turkîyê ve şerê xwe li kêleka kiwalisyonê dijî şaneyên Daişê rawestandibû.

Di encam de daişê pîlana êrîşên berfireh kir, li gorî HSD oprasyonên pêşwext pîlanên Daişê têkçûn.

êFermandarîya Navendî ya Amerîkî Roja Pêncşemê ragihand ku di meha Çile de 43 operasyonan li dijî "DAIŞ" li Iraq û Sûriyê pêk bînin.

Ev oprasyon di demekê tên ku HSD texmîna êrîşeke Turkîyê dike.

XS
SM
MD
LG