Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Pêncşemê ragihand ku tevî agirbesta ragihandî, hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî ji Çarşemê ve 22 binpêkirin kirine
HSD'ê got ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê girtîgeha Qetan ya li bakurê bajarê Reqayê bi çekên giran bombebaran kir.
Navenda Ragihandinê ya HSD'ê dibêje, tevî ku rêkeftina agirbestê heye, lê hêzên ser bi hikûmeta Şamê ve êrîşên xwe li ser Kobanîyê û girtîgeha Qetan li Reqayê didomînin.
Daxuyanîya HSD'ê da zanîn ku “Hêzên hikûmetê derdora bajarokê Sirîn kir armanc û êrîş bir ser gundê Xerûsê li başûrê Kobanîyê.”
Herwiha tevahîya başûr û başûrê rojavayê Kobanîyê rastî topbaranê tê, li gor daxuyanîyê.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku “şer û pevçûn li gundewarê Til Temir jî derketine û li gor hikûmeta Sûrîyê hejmareke leşkerên wan piştî êrîşeke HSD'ê hatine kuştin.”