Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Tevî Dirêjkirina Agirbestê Hêzên Girêdayî Şamê Êrîşan Dikin

Bajarê Kobanîyê
Bajarê Kobanîyê

Hêzên Sûrîya Demokratîk(HSD) îro di daxuyanîyekê de ragihand ku hêzên girêdayî hikûmeta Demkî ya Sûrîyê peymana dirêjkirina agirbestê li gundewarên Kobanîyê binpê kirine.

HSD’ê li ser platforma X’ê got,”Tevî peymana dirêjkirina agirbestê, komên çekdar ên Şamê niha êrîşan li ser gundên Şêxlar(Şiyûx) û Zêrik li rojavayê bajarê Kobanîyê, û Çelebiyê li başûrê rojhilatê bajêr dikin.”

Wezareta berevanîyê ya Sûrîyê roja Şemiyê ragihandibû ku agirbest li hemû eniyên şer ên Sûrîyê ji saet 23:00ê roja 24ê Çileya 2026an ve ji bo 15 rojan hatîye dirêjkirin.

Wezaretê di daxuyaniyekê de gotibû ku dirêjkirina agirbestê ji bo piştgiriya operasyona Amerîkayê ya veguhestina girtiyên Daişê bo Iraqê tê.

HSD’ê doh gotibû ku”Hêzên me pabendbûna xwe bi peymanê û pabendbûna xwe ya bi rêzgirtina wê tekez dikin, ku ev yek dibe alîkar ji bo kêmkirina girjîyê, parastina sivîlan û afirandina şert û mercên pêwîst ji bo aramiyê”

Ta amadekirina vê raportê, hikûmeta demkî ya Sûrîyê di derbarê van tawanbarîyan de tiştek negitiye.

XS
SM
MD
LG