Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSDê Dibêje Ewê Bersiva Her Êrîşeke Tirkiyê Bidin


Hêzên Sûriya Demokrat îro Şemiyê got ewê berevaniya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê bikin û bersiva her êrîşke Tirkiyê bidin.

Serokê Tirkiyê RecepTayyip Erdogan got wê Tirkiyê êrîşên esmanî û operasyoneke leşkerê ya li ser erdê roja Şemiyê yan Yekşemê dest pê bike.

Herdu hevalbendên NATO Tirkiyê û Amerîka erê kiribûn ku herêmeka aram li bakur û rojhilatê Sûriyê ava bikin, lê Tirkiyê Amerîka tawanbar dike ku ew gelekî hêdî kar di vê derbarê de dike.

Erdogan got Tirkiyê dixwaze aliyê rojhilatê çemê Furatê aram bike ji bo bicihkirina penaberên Sûriyê li wir.

Wî got:

“Me amadekariyên xwe kirine û pilan û pîvanên pêwîst temam kirine.”

Li gor Erdogan, dibe ku Tirkiyê îro yan siba êrîş bike.

XS
SM
MD
LG