Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Îdîayên Planeke Armanckirina Hêzên Rûsî li Sûrîyê Red Dike


Karwanekî leşkerî yê Rûsyayê li bakur û rojhilatê Sûrîyê.
Karwanekî leşkerî yê Rûsyayê li bakur û rojhilatê Sûrîyê.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Yekşemê red kir ku peywendîya wê bi ti plankirinê hebe jibo armanckirina hêzên Rûsyayê li nav axa Sûrîyê.

Rojnameya Washington Post roja Înîyê belgeyeke nehênî ya îstîxbarata Amerîkayê belav kir, tê de dibêje ku Îstixbarata leşkerî ya Ukraynayê plan dikir ku bi alîkarîya hêzên Kurd li Sûrîyê êrîşên veşartî li dijî hêzên Rûsyayê li Sûriyê pêk bîne.

Li gor belgeya ku rojnameyê belav kiriye, Kîêv xwestiye ziyanan bigihîne Rûsya û mîlîşyayên Wagner yên girêdayî wê li Sûriyê, da ku Moskow hêzên xwe ji Ukraynayê vekişîne û bibe Sûrîyê.

Li gor plana ku di belgeyê de hatiye eşkerekirin, efserên Ukraynî egera rahênana Hêzên Sûrîya Demokratîk ji bo pêkanîna êrîşên bi dronan gotûbêj kiribûn û peywendî jî bi fermandarên HSD’ê re kiribûn.

Raporta Washington Post dîyar kir ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, di Kanûna borî de ferman dabû ku ev plan rawest û neyê bicihkirin.

Ferhad Şamî.
Ferhad Şamî.

Berpirsê ofîsa ragihandinê ya HSD’ê Ferhad Şamî bi daxuyaniyeke nivîskî ya taybet ji bo Dengê Amerîka îdîayên belgeyê red ki û got ku "ev belge ne rast e."

Şamî herwiha tekez kir ku peywendîyên HSD’ê bi Moskow re baş in û berdewam dikin.

"Têkilîya me bi Rûsyayê re baş e, hemahengîyeke hevbeş di navbera de heye ji bo çareserkirina gelek doseyan li ser axa Sûrîyê," wî got.

Li gor Washington Post, wezareta berevanîya Amerîkayê ti şîrove derbarê naveroka belgeyê nedaye.

Rûsiya ji destpêka şerê Sûrîyê sala 2011’an de yek ji hevalbendên hikûmeta Sûriyê yên sereke ye. Li ser asta diplomatîk û aborî piştgirîyê dide Şamê. Di Îlona 2015’an de jî Mosko bi awayekî fermî di warê leşkerî de tevlî şerê Sûrîyê bû û li alîyê rejîma Beşar el-Esed rawestî.

Ji Cotmeha 2019’an de, dema ku hêzên Koalisyona bi serkêşîya Amerîka ji hinek deverên Kurdan li bakur û rojhilatê Sûrîyê vekişîyan, hêzên Rûsyayê li wan deveran cih girt. Niha bingehên hêzên Rûsî li deverên jêr kontrola HSDê wekî Qamişlo, Kobanê, Tiltemir, Amûdê, Hesekê û Reqayê hene.

Li gor peymana Sochi ya sala 2019’an di navbera Rûsya û Tirkîyê de, hêzên Rûsî nobedarîyên hevbeş ligel Artêşa Tirkîyê li seranserê sînorê di navbera Sûrîyê û Tirkîyê de digerînin.

Ji bilî hêzên Rûsyayê, ji xwe hêzên Amerîkî jî li herêmên Kurdan û deverên rojhilata Sûrîyê yên jêr kontrola HSD’ê dimînin.

Fermandarên HSD’ê tekezî ser têkilîyên xwe bi herdu alîyan re dikin, tevî ku di şerê dijî DAIŞê de HSD li gel hêzên Koalisyonê çalak e, lê ti çalakîyên wê yên leşkerî yên ligel hêzên Rûsî li Sûrîyê nînin.

XS
SM
MD
LG