Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Dibêje Şerên Dijwar li Reqa Didmin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Dewleta Îslamî DAIŞ'ê îro Înê êrîşeke berfireh ya dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li Reqa destpê kiriye.

SOHR got ku DAIŞ'ê di encama êrîşa xwe de beşeke mezin ya taxa sanayî ya bajêr kontrol kir, lê jêderên HSD'ê ew yek red kir û da zanîn ku tax hin di destê wê de ye.

HSD da zanîn ku şervanên wê bi tundî bersîva DAIŞ'ê dane û jimareke girîng ji çekdarên tundrê kuştine.

HSD ku Amerîka piştgirî lê dike, di destpêka vê mehê de ew tax, wek serkeftina herî mezin ya operasyona Reqa, ji DAIŞ'ê rizgar kiribû.

XS
SM
MD
LG