Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: 300 Endamên DAIŞ'ê Xwe Radest Kirin


Şervaneke HSD’ê
Şervaneke HSD’ê

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê ragihand ku hêzên wê di operasyonekê de avahîyeke girtîgeha Xiwêran xist bin kontrolê û di encamê de 300 endamên DAIŞ’ê xwe radest kirin.

“Di operasyona saet 5'ê sibê de hêzên me avêtin ser avahîyeke zindanê û ew kontrol kirin. Di encamê de 300 terorîst xwe radestî hêzên me kirin. “

HSD’ê got ku operasyona wê wek plankirê didome û hêzên wê û yên Asayîşê operasyonên ewlekarîyê li taxa Xiwêran didomînin û li endamên torên veşartî yên DAIŞ’ê digerin ku hewil didan alîkarîya girtîyên nav zindanê bikin.

“Hêzên me bi baldarî û hişyarîyeke mezin ewlehî û parastina sivîlan misoger dikin, ku ji alîyê terorîstan ve wek mertala zindî tên xebitandin.”

HSD’ê da zanîn ku di encama wan operasyonan de 8 terorîst hatine kuştin û 1 şervanê wê jî cane xwe ji dest da.

XS
SM
MD
LG