Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Pêşdeçûna Xwe ya li Nav Reqa Didomîne


Şervanên HSD'ê li hindurê Reqa
Şervanên HSD'ê li hindurê Reqa

Ofîsa ragihandinê ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dîyar ku hêzên wê devera Mesakin Miwezefîn û Mesakin El-Hemraî yên li taxa Nezlit Şihada ya Reqa bi tevahî ji DAIŞ’ê rizgar kirin.

Di şerên dijwar de ku hîn jî didomin, jimareke çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û termê 4 ji wan di destê HSD’ê de ne û 1 çekdar jî bi saxî hate girtin.

Li gor daxuyanîya HSD’ê hejmarake mezin ya çek û cebilxaneyên koma tundrê jî hatin bi destxistin.

Tevî ku hin dezgehên medyayî îdia kiribû ku HSD jiber hindahîyên giran wê operasyona Reqa rawistîne, daxuyanî bal kişand ku şer û pêşdaçûna hêzên wê yên dijî DAIŞ’ê berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG