Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: DAIŞ bi Êrîşên Xwekujî Hewil Dide Pêşîya Me Bigire


Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Adnan Efrînî ji ajansa AFP re got ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi rêka êrîşên xwekujî û kolandina tunelan hewil didin ku deverên dawî yên bin kontrola xwe biparêzin.

“Çekdarên DAIŞ’ê şerekî dijwar didomînin ku gundê Baxozê ji dest bernedin. Ew êrîşên xwekujî pêk tînin û bi kolandina tunelan hewil didin ku ji paç hêzên me êrîşên neçaverekirî pêk bînin,” Efrînî got.

Wî got ku hîn bi sedan şervanên DAIŞ’ê li Baxozê hene ku piranîya wan bîyanî ne û di şerên herêmên curbicir yên cîhanê cîh girtine.

“Ne pêkan e ku em hejmareke zelal bidin, lê li gor texmîna me hîn dora 1000 çekdar û sivîl li hindurê Baxozê hene.”

Efrînî herwiha da zanîn ku roja Çarşemê 2 jinên DAIŞî êrîşên xwekujî pêk anîn, lê wî ti hûrgilî nedan ku ew êrîş zîyaneke çawa dane şervanên wî.

HSD ku hêzên Kurdî pêşengîya wê dikin, hefteya borî operasyoneke nû destpê kir ku dawî li xîlafeta DAIŞ’ê bîne.

Çaverê ye ku di demeke nêzîk de operasyon bi dawî were û hilweşandina DAIŞ’ê bi fermî were ragihandin.

XS
SM
MD
LG