Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: HSD di Demeke Nêzîk de Dest bi Operasyona Derêzorê Dike

Fermandarekî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro ji Reutersê re ragihand ku hêzên wan dê di demeke pir pir nêzîk de dest bi operasyona rizgarkirina Derêzorê bikin.

Serfermandarê Meclîsa Leşkerî ya Derêzorê Ahmed Ebu Xawla dîyar kir ku operasyon dikare di nav çend hefteyan de destpê bike û hevdem bi operasyona Reqa dê were meşandin.

HSD hevalbendîya şervanên Kurdan û Ereban e û vê gave şerê rizgarkirina bajarê Reqa didomîne.

Koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka jî bi hêzên taybet yên şerker û êrîşên esmanî piştgirî dide HSD’ê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG