Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Operasyona Tunekirina DAIŞ'ê Didomîne, Koalîsyon jî bi Êrîşên Esmanî Piştgirî Dide


Berdevikê ragihandina HSD’ê Mustefa Balî îro Duşemê got ku operasyona wan ya paqjkirina Dêrezorê ji DAIŞ’ê didome, lê çekdarên wê rêxistina tundra jî bi tundî li ber xwe didin û îro jî êrîşên dijî wan pêk anîn.

Li hindurê gundê Baxozê hîn gelek sivîl hene, loma jî em bi baldarî operasyona xwe didomînin. Îro nêzî 1500 sivîl, bi 17 qamyonan ji wî gundi revîn ku di nav wan de jin û zarok pir in û hinek ji wan kesan Îraqî ne,” Balî got.

Wî da zanîn ku firokên şerker yên koalîsyona navnetewî jî bi awayekî xurt piştgirî dididn wan û êrîşên esmanî ser çekdarên DAIŞ’ê pêk tînin.

Balî da zanîn ku di nav 10 rojên borî de pirtir ji 20,000 sivîl ji Baxozê derketin û xwe gîhandin herêmnê bin kontrola hêzênm wan.

Balî dîyar kir ku li gor bawerîya wan hin 400 heta 600 çekdarên DAIŞ’ê li Baxozê mane ku beşeke ji wan mîlîtanên bîyanî yên şerker in.

HSD Operasyona Dawîkirina DAIŞ'ê li Boxoze Didomîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00

XS
SM
MD
LG