Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD'ê Endame DAIŞ'ê yê Fransî Adrien Guihal li Reqa Desteser Kir


Adrien Guihal
Adrien Guihal

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku Amerîka û Fransa piştgirî li wê dikin, îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê yên taybet cîhadîyekî Fransî desteser kiriye.

HSD dide zanîn ku tîmên wê yên taybet endamê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Adrien Guihal, ku wek Ebû Osama al Fransî tê nasîn, di 19’ê Gulanê de li Reqa desteser kir.

Li gor ajansa AFP, Guihal di Hezîrana 2016an de, kuştina du polîsan li Magnaville ragihand. Piştî mehekê, hîngê, wi di radyoya DAIŞ’ê de êrîşa bombeyî ya bajarê Nice ya 14’ê Tîrmehê ragihand.

Guihal di 2012’an de, li Fransa bi cezayê çar salan zindakirinê hatibû mehkûm kirin û ew ji alîyê polîsan vê dihat xwestin. Wî di 2014’an de revîbû Îraq û Sûrîyê ku DAIŞ li wan her du dewletan gelek aktîf bû.

XS
SM
MD
LG