Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dijî DAIŞ'ê Dest bi Operasyoneke Nû li Rojhilata Sûrîyê Dike


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Duşemê li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrîşeke xurt da destpê kirin deverên biçûk yên li rojhilata Sûrîyê ji destê wê komê rizgar bike.

Fermadarekî HSD’ê ku nexwest nave wî eşkere be, ji AFP’ê re ragihand ku operasyona wan ya rizgarkirina bajarokê Hajîn ya Dêrezorê îro destpê kir û koalîsyona navnetewî jî I topên giran û êrîşên esmanî piştgirî didin wan.

Fermandarê HSDê da zanîn ku wan îro 15 çekdarên DAIŞ’ê kuştine. Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku hejmara kuştîyên DAIŞ’ê, herî kêm 17 ne.

SOHRê da zanîn ku HSD’ ê ji çend hefteyan vir ve hazirîya vê operasyonê dike û gelek şervan û çekên giran ji wê enîyê re hatine şandin.

Berpirsê SOHR’ê Ramî Abdurahman ji ajansê re got ku şervanên HSDê ji xeta bakurê rojava ketine nav Hajînê û beşeke ji herêmê bi dest xistine.

Abdurahman da zanîn ku HSD’ê herwiha korîdoreke mirovahî jî vekir ku rûniştvanên Hajînê bikaribin ji bajarok birevin.

XS
SM
MD
LG