Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD û Îraq Bo Parastina Tixub Navendeke Hevbeş Ava Kir


SDF forces & Iraqi army coordinate at border
SDF forces & Iraqi army coordinate at border

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka û artêşa Îraqê bo parastina tixubê hevbeş ji mîlîtanên Dewleta Îslamî navendeke hevbeş ava kir.

Fermandarên HSD’ê roja Yekşemê ligel û rêberên leşkerî yên Îraqî civîn ku parastina sînorê Sûrîye û Îraqê li herêma Dêrezor gotûbêj bikin û çeteyên DAIŞ’ê bi tevahî tune bikin,” HSD’ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand.

HSD’ê da zanîn ku her du alî jibo parastina tixub biryar da ku navendeke hevebeş ya kordînasyonê ava bikin.

HSD ya bi piranî Kurd, hefteya borî ragihandibû ku hêzên wê li Dêrezora hevsînora Îraqê serkeftin bi dest xistine.

Berdevkê Koalîsyonê Kolonel Ryan Dillon jî kêxweşîya dîyar kir û got ku HSD û hêzên ewlekarî yên Îraqî bi hevre tixubê xwe yê hevebeş diparêzin.

XS
SM
MD
LG