Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk Careke Din Cezayê Zindanê li Parlamantera Berê ya Kurd, Sebahat Tuncel Birî


Sebahat Tuncel
Sebahat Tuncel

Parlamantera berê ya Kurd Sabahat Tuncel, ku niha jiber tawanên terorîzmê li girtîgehê ye, vê care jî jiber haqaretên dijî serokê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan du sal cezayên din xwar.

Parêzer Şivan Cemîl Ozen ji Reutersê re got ku 11 meh û 20 roj ceza li Tuncelê hate birîn, bi sedema ku wê di axaftina sala 2016’an de gotiye ku Erdogan dijminê gelê Kurd e.

“Tuncelê gotibû ku serokê Tirkîyê Erdogan dijminê gelê Kurd û jinan e û ew jî rexneyeke rewa ya sîyasetvaneke rikebera wî ye. Gotinên wê di çarçoveya azadîya ramanê de bûn, ”Ozen got.

Xanim Tuncel di rûniştina doze de, di Tîrmehê de îdaya dijî xwe red kiribû gotibû ku div mafê wê hebe ku ew rikeberên xwe yên sîyasî rexne bike.

Dadgeheke Tirk sala çûyî 15 sal cezayê zindanê li Tuncelê birîbû, bi sedema ku wê propogandaya terorê kiriye û endama Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.

XS
SM
MD
LG