Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sebrî Kenco: Rejîma Sûrîyê Hîn li Ser Xwe Ye


Navi Pillay

Rêvebirîya Bilind ya Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî, kuştinkarîyên ku li Sûrîyê dibin weku “tawanên dijî mirovahîyê” binav kir.

Roja Duşemê berpirsa rêvebirîyê, Navi Pillay dîyar kir ku kiryarên rejîma Sûrîyê dijî hemwelatîyên xwe dikevin bin celebên tewanên dijî mirovahîyê. Birêz Pillay her wisa got eger rewş bi vî rengî berdewam bike, dê ew mecbûr bibin doza Sûrîyê rakin Dadgeha Tawankarîyê ya Navnetewî (ICC).

Di hevpeyvînekê ligel Pişka Kurdî de, Sebrî Kenco, sîyasetvan û parêzer, dibêje egera guhestina doza Sûrîyê bo Dadgeha Tawankarîyê ya Navnetewî ne xurt e, jiber ku hîn hêzên navneteweyî hene ku piştgirîya rejîmê dikin û dê derfet nebe gaveke wisa bi hêsanî di ber wan re derbaz be.

Birêz Kenco her wisa dide zanîn opozîsyona hindûr Sûrîyê doza destkarîyeke biyanî nake.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG