Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor: "Garantîyên Ewlehîyê" Yên Ku Rûsya Dixwaze Pêkan Nîn in


Pispor û karbidestên Amerîkayê gotin Rûsya bila bendê nebe ku Amerîka û hevalbendên wê dê daxwazên Rusyayê yên "garantiyên ewlehiyê" qebûl bikin, ku di nav de qedexekirina berfirehkirina zêdetir ya NATOyê û rawestandina hemî çalakiyên leşkerî ji alîyê hevalbendiyê ve li Rojhilatê Ewrupa, Kafkasya û Asyaya Navîn.

Lê, Amerîka û hevalbendên wê yên NATOyê dîyar kir ku dibe ew amade bin digel Rûsyayê danûstandinan bikin, bi taybetî heke Kremlin razî bibe asta leşkeran li ser sînorê xwe û Okraynayê bikişîne, ku nîgeranîyên li ser êrîşek pêkan zêde kirine.

Amerîka û NATOyê bertek nîşan dan li hember nivîsên peymanên ku wezareta derve ya Rûsyayê di destpêka vê heftîyê de pêşkêşî wan kiribû û paşî roja Înê bi eşkereyî hatibûn belavkirin.

Bernivîsên ku bêyî şêwirmendiya Amerîka û NATO'yê hatibûn amadekirin, ji hevalbendiyê dixwaze ku leşkerên zêde neşîne welatên ku di sala 1997'an da hêzên NATOyê lê tunebûn.

Ew endamên hevalbendiya Rojhilatê Ewropayê yên wekî Polonya, Macaristan, Komara Çek, dewletên Baltîk û çend komarên din yên Sovyeta berê dide nav xwe.

Peymana pêşniyarkirî dê her du alîyan jî li ser bicihkirina mûşekên menzîla kurt û navîn û rahênanên leşkerî yên mezin li nêzîkî sînorê Rûsyayê sînor bike.

XS
SM
MD
LG