Cîgira serokê Amerîka Kamala Harris roja Şemiyê got, rêveberiya Biden bi awayekî fermî gehişt wê encamê ku Rûsyayê "Tawanên li dijî mirovahiyê" kirine di dema dagirkirina nêzîkî salekê berê ya Ukraynayê.
Dozgera berê Harris, di konferansa ewlekariyê ya Munchê de got: "Di mijara kiryarên Rûsyayê li Ukraynayê de me lêkolîn li ser belgeyan kirine, em pîvanên qanûnî dizanin, û guman têde nîne ku ew tawan li dijî mirovahiyê ne."
"Û ez ji hemû kesên ku ev tawan kirine û ji berpirsên wan re yên ku hevkar bûn di van tawanan dibêjim, dê hesaba we hêt kirin."
Ev biryara fermî ya ku di dawiya lêkolîneke qanûnî derketî ya ku ji hêla Wezareta Derve ya ve hatî rêvebirin, bi xwe ti derencamên lezgîn na de şerê berdewam.
Lê Waşinton di wê hêvîyê da ye ku ew biryar bibe alîkar ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin bêtir bi tenê bimîne û bizavên qanûnî han bide da ku endamên hukûmeta wî bi rêya dadgehên navdewletî û cezayan bihêne berpirsiyarkirin.
Axaftina Harris di demekî da tê ku rêberên payebilindên rojavayî li Munchê kom bûn da ku şerê herî xirabê Ewropayê ji dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve, binirxînin.
Wê got ku Rûsya niha welatekî "bêhêz" e, piştî Biden serkêşiya hevpeymanîyekê ji bo cezakirina Putin ji ber dagirkirinê kir, lê Rûsya tenê êrîşên xwe li rojhilatê Ukraynayê tundtir dike. Di vê navberê de, Ukrayna plana êrîşeke dijber dike, lewma ew li du wê ye ku hevalbendên wê yên rojavayî çekên zêdetir, girantir û dirêjtir bidinê.
Şerê ku nêzîkî salekê berdewam e, bi deh hezaran kes kuştin, bi mîlyonan ji malên wan derxistin, aboriya cîhanî hilweşand û Putin li Rojava kir kesekî ku ji aliyê civakî ve hatiye redkirin.
Waşinton berê gihîştibû wê encamê ku hêzên Rûsî bi tawanên şer tawanbar in. Her weha lêpirsînek bi fermana Neteweyên Yekbûyî heye. Lê ev encama ku rêveberiya Biden gehiştîyê ku kiryarên Rûsyayê wekî "tawanên li dijî mirovahiyê", tê wateya vekolînek qanûnî ku kiryarên ji kuştinê bigire heya destdirêjî û kiryarên hovane ne û bi mebest li dijî sivîlan hatine kirin. Di yaseya navnetewî de, wekî tawanek girantir tê dîtin.
Komisyona Lêkolînê ya Ukrayna ya bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî hîn negihiştiye wê encamê ku tawanên şer yên ku dibêje ew destnîşan kirine, tawanên li dijî mirovahiyê ne.
Çavkanî: Reuters