Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş Naxwaze Bibe Hevserokê "HDP"ê


Selahattin Demirtaş
Selahattin Demirtaş

Selahattin Demirtaş, Hevserokê partiya Demokratîk ya Gelan "HDP'ê, yê ku nihe li Tirkiyê di girtîgehê daye, bi rêya namekê ji partiya xwe re daye eşkerekin ku, ew naxwaze di hilbijartinên bihên yên partiyê de, yên ku, dê meha Sibatê bihên encamdan car din bibe Hevserokê HDP'ê.

Rojnama Hurriyet ya nêzîkî dewletê roja Pêncşemê, daye weşandin ku, Demirtaş ji girtîgeha Edirne namek bi rêya parêzeran ji ofisa serekî ya HDP re şandiye û dibêje, ew naxwaze car din weke hevserokê partiyê bihê hilbijartin weke Hurriyet di hejmara xwe ya roja 4î Çile dinivîse Demrtiaş di nama xwe de gotîye"Ez dixwazim we agihdar bikim ku ez naxwazim cardin bibim kandîdê hevserokatiya partiyê di Kongireya bihê de".

Li gûr Hurriyetê Dermitaş dîsan dibêje "Zêdebarî ku yasa rê nade ez bi şêweke fermî hevserokê partiyê bimînin, heta ku rê nade ez endamê partiyê jî bimînim, lê jibo xizmeta gelê me yê bihadar û HDP'ê ezê weke hevserok zêdetir di xizmet da bim".

Demirtaş roja 4î Mijdara sala 2016an tevî 10 endamên din yên HDP hatin girtin, bi tawan têkiliyên bi terorê re. Piştî 13 mehan ji girtinê bo cara yekê dadgeha Demirtaş li meha bûrî hat destpêkirin.

Li gûr sûcên dewleta Tirk dane pal Demirtaş divê ew 142 salan bihê zînadkirin.

XS
SM
MD
LG