Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selahattîn Demîrtaş: Ezê Serî Netewînim


Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye, bi qasî 20 meh şûnde cara pêşî derket pêş kamerayê.

Demîrtaş di axaftina hilbijartinê ya TRT’ê de bi bîr xist ku bo wî ti biryara mehkûmîyetê tine û ew tenê jiber axaftinên wî ji gel re kirine hatiye girtin.

Demîrtaş dîyar kir ku eger di hilbijartinê de berbijarê serokomarîyê Tifaqa Komarî Recep Tayyîp Erdogan bi ser keve ewê neyênî zêde bibin.

‘’Tiştên em îro dijîn fragmana rejîma bi yek zilamî ye. Fîma sereke hîn destpê nekiriye’’ Demîrtaş got.

Demîrtaş da zanîn ku di nav gel de ‘’reşbînîyeke kûr’’ heye û êdî bira ji birayan, cîran jî ji cîranan ditirsin.

Berbijarê HDP’ê dîyar kir ku eger ‘’rejîma bi yek zilam’’ bidome ewê ti cîhên ku ew bo neheqîyê serî lê bidin nemîne.

Demîrtaş bi berdewamî da zanîn ku di girtîgehê de derfetên wî sînordarkirî ne û got ku ‘’ne bi 20 meh lê 20 sal bidin jî ezê serî netewînim’’

XS
SM
MD
LG