Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Red Kir ku Destkelepçeyî Beşdarê Rûniştina Dadgehê Bibe


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş îro Înê red kir ku bi destkelepçeyî beşdarê rûniştina dadgehê li Enqerê bibe.

HDP’ê ragihand ku Demîrtaş qebûl nekir ku tev li dadgehê bibe, piştî ku polîsan ji wî re got ku destên wî dê werin kelepçe kirin.

Demîrtas ku li zindaneke bajarê Edîrne ya rojavayê bakurê Tirkîyê tê girtin, daxwaz kiribû ku di rûniştina doza djiî wî de li dadgehê hazir be, lê wî biryara xwe guhert, piştî ku eşkere bû ku polîsan destên wî kelepçe bikin.

"Ez hîn jî qanûndanêr im û destlênedana min jî hîn zindî ye. Ku destên min kelepçe bikin, ez beşdarê rûniştina dadgehê nabim," Demîrtaş li gor daxuyanîya HDP’ê gotiye.

Nûçegîhana Reuters’ê ragihand ku awuqatên Demîrtaş, wek protestokirina helwesta dijî wî, dadgehê terikandin û girseya amadebûyî jî bi çepikan piştgirî da wan.

“Tiştên ku çêdibin darbe ye jiber ku Selahattîn Demîrtaş hîn ji serokê HDP’ê ye û parlamenter e. Ew reftar berdewamîya nerêwayî û nehiqûqîya hember wan e û bi ti awayî nayê qebûl kirin,” Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay ji rojnamevanan re got.

XS
SM
MD
LG