Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê Serlêdana Demîrtaş Red Kir


Serlêdana Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Selahattîn Demîrtaş ya Dadgeha Qanûna Bingehîn hate red kirin.

Demîrtaş ku aniha girtî ye, jiber neqanûnîbûna desteserkirin, binçavkirin û girtina wî serî li dadgehê dabû.

Demîrtaş herwiha bi sedema ku jiber binpêkirina azadîya wî ramanê, dortengkirina kiryarên wî yên sîyasî û nebûna derfeta cîhanîna karê parlamenterîyê serlêdana xwe dabû dadgehê.

Hêjayî gotinê ye ku di salekê de dijî Demîrtaş 33 doz hatibûn vekirin. Di îdianameya dijî wî de ku 501 rûpelan pêk tê, Demîrtaş bi rêvebirina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê tawanbar kirin.

Dozgerî daxwaz dike ku Demîrtaş jiber ‘’rêvebirina rêxistinê’’ cezayê bistîne.

XS
SM
MD
LG