Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş, Piştî Girtîgehê Cara Yekê li Dadgehê Ye


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, piştî pirtir ji saleke zindanê, îro Înê li Stenbolê derdikeve pêş dadgehê.

Girseyeke endamên HDP'ê jî jibo piştgirîdana Demîrtaş li pêş avahîya dadgehê civîne.

Hêjayî gotinê ye ku di salekê de dijî Demîrtaş 33 doz hatibûn vekirin. Di îdianameya dijî wî de ku 501 rûpelan pêk tê, Demîrtaş bi rêvebirina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê tawanbar kirin.

Dozgerî daxwaz dike ku Demîrtaş jiber “rêvebirina rêxistinê” cezayê wergire.

XS
SM
MD
LG