Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Epozdemîr: Emê Biryara Dijî Demîrtaş Bibin Dadgeha Bilindtir


Dadgeha Cezayê Giran ya 26’an ya Stenbolê bi tawanên terorîzmê, cezayê 4 sal û 8 meh girtîgehê li sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş birî.

Dadgehê herwiha ji parlamenterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder re jî, bi heman tawanan 3 sal û 5 meh cezayê zindanê birî.

Parêzerê Demîrtaş, Firat Epozdemir biryar ji Dengê Amerîka re şîrove kir û nerazîbûna xwe nîşan da.

Firat Epozdemir
Firat Epozdemir

"Hem daxuyanîyên Demîrtaş, hem jî yên Onder bi temamî li gor Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa û li gor Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkîyê ne û divê wek bikaranîna mafê azadîya ramanê were dîtin. Loma vekirina doze li ser van axaftinan û dayîna cezayan bûyereke şerm e.”

Parazêr Epozdemîr wan îdiayan bi tundî red dike û dibêje ku di vê dozê de ti propagandayên rêxistinan tune ye.

“Jibo propagandaya terorîzmê, divê zordarîya rêxistinên terorîstî meşrû werin nîşandan. Lê, ne Demîrtaş. ne ji Onder di axaftinên xwe de ev yek neanîne ziman. Hemû axaftinan wan bi peyîva aşîtîyê hatîye xemilandin, lê dadgehê bi çend peyîvan, ku jixwe ne suc in, ceza li wan birî.”

Epozdemîr bawer dike ku dadgeh hîn berî dozê biryar dabû:

“Dahgehê hîn ji destpêkê de dilezand ku ceza bibire Demîrtaş. Serokê dadgehê di dema rûniştîna dozê de got “biryara mê ev e. Eger hun nacibînîn, biryarê bibin temyîzê” Epozdemîr ragihand.

Wî da zanîn ku ewê hember vê biryarê serlêdana dadgeha bilindtir bidin û ger ew jî nebe, hîngê ewê bryar bibin Dadgeha Qanûna Bingehîn û ew jî nebû, ew herin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa.

XS
SM
MD
LG