Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Selahattîn Demîrtaş Berdewam Dike


Doza Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş roja Pênşemê li Enqerê, li Dadgeha Cezaya Giran ya 19'an tê dîtin.

Demîrtaş, ji 33 dozên cuda, bi tawanên "rêvebirîya rêxistina terorê, propaganda terorê" tê darizandin û heta 142 sal heps ji wî re tê xwestin.

Biryar hebû ku Demîrtaş di rûnitşinê de amade be, lê bi hiceta ewlehîyê ev biryar jî hat guhertin.

Jibo beşdarîya doza Demîrtaş, ji gelek welatan şandeyên navnetewî jî hatin lê bi hiceta ewlehîyê nehîştin dozê bişopînin.

Rûniştina danê sibê de dozger dewamîya girtina Demîrtaş xwest.

HDP xwest ji bajaran bi hezaran kes doza Demîrtaş li Enqerê bişopîne. Li Amedê HDP du otobusan birê kir, lê polîsan çûyina wan asteng kirin. Rojek berîya dozê li Enqerê hemî çalakî, meş, daxuyanî jî hatibûn qedexe kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Şerif Camcî got ku bi hêrs û xofeke mezin Demîrtaş tê dadgeh kirin û dewlet weke tola xwe hilde, tevdigere.

Kerem kin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin:

KHF_12_7_2017_Selocan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

XS
SM
MD
LG