Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hiqûqzan Aktar Biryara Berdana Demîrtaş û Bernedana Wî ji Girtîgehê Dinirxîne


Dadgeha Cezayê Giran ya Enqere roja Duşemê biryara berdana hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş da. Lê jiber ku 4 sal û 8 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hatibû birîn, ew nehat berdan.

Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar biryara dadgehê jibo Dengê Amerîka şîrove kir û got ku hem biryara girtinê, hem jî ya berdana Demîrtaş biryarên sîyasî ne.

Aktar bal kişand ku di 18’ê îlonê de li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) doza Demîrtaş tê dîtin û dibe ku dadgeha Enqerê jibo pêşîgirtina cezayeke giran ya dijî Tirkîyê ew biryarê dabe.

"Kar û xebat û gotarên Demîrtaş yên derbarê KCD’ê, îdiayên ser KCK’ê hemî di vê dozê de kiribûn yek. Herwiha jibo bûyerên Kobanê jî Demîrtaş dihat sûcdar kirin, lê, bi vê biryarê hemî îdia hatin pûç kirin."

Hêjayî gotinê ye ku Demîrtaş di 4’ê Mijdara 2016'an de ji vê dozê hat girtin ku 142 sal ceza jê re dihat xwestin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_09_03_2019_Aktar_Demîrtaş
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00


XS
SM
MD
LG