Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parezbendîya Parlementera HDP’ê Semra Guzel Hate Rakirin


Semra Guzel
Semra Guzel

Parlamentara HDP’ê ya Amedê Semra Guzel di sala 2014’an de bi çekdarê PKK’ê Volkan Bora re wêne kişandibû.

Ev wêneyan ji alîyê Ajansa Anatolî ya dewleta Tirk ve di mehên borî de hatibû weşandin. Jiber van wêneyan di derheqa Guzel de jibo rakirina parezbendîyê fezleke hatibû amade kirin.

Di 1’ê Adarê 2022’yan de jî di rûniştina parlamentoya Tirkîyê de destlênedana parlemanterîya Guzel hate rakirin.

Derbarê parlementer Guzel rapora Komîsyona Têkel hate Civata Giştî ya meclîsê û ser navê Guzel, Cîgirê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç nêzîkî 3 saet parastin kir.

Dû re, dengdan hate kirin û parezbendîya Guzel bi 313 beramber 52 dengan hate rakirin. Bi wê yekê rêya pêvajoya darizandina Guzelê jî hate vekirin û ewê di derheqa îdiayên dijî wê de were darizandin.

Parlamenterên HDP’ê yên jin, wek protesokirina biryarê li hewşa parlemanê meşîyan û jiber rakirina parêzbendîyê bertêk nîşan dan.

Dîsa li hin bajarên din jî jin derketin kolanan û rakirina parêzbendîya Guzel şermezar kirin.

Di rûniştina parlamentoyê de Berdevka Meclîsa Jinê HDP’ê Ayşe Acar Başaran biryar şermezar kir.

“Hun me wek dabeşker dibînin. Heke li vî welatî dixwazin dabeşker bibînin li neynikê meze kin hunê bibînin. Kurd parlamenterên xwe hildibijêrin hun bi hinceta wêneyan parêzbendîya wan radikin. Kurd şaredarên xwe hildibijêrin hun şaredarîyê ji destê wan digrin. Gelo debeşker kî ye?”

Çekdarê PKK’ê Volkan Bora (Koçero Meletî) li bajarê Semsûr di operasyoneke de ji alîyên leşkerên Tirkiyê ve hatibû kuştin.

Berî vê operasyonê di sala 2014’an de Semra Guzel serdana çekdarên PKK’ê kiribû û bi hevre wêne kişandibûn û piştî mirîna Bora di telefona wî de ew wênea derketibûn.

ED_02_03_2022_Rakirina_Parezbendîya_Semra_Guzel
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00
XS
SM
MD
LG