Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

7 Partîyên Îtifaqa Azadî û Kedê Girtina Parlamanter Semra Guzel Rexne Dikin


Parlamentara HDP’ê ya Amadê Semra Guzel di 2’ê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçav kirin. Dadgeha Tirk, Guzel bi “endamtîya rêxistina terorê ya çekdar” tawanbar kir û biryara girtina wê da.

Ev binçavkirin û girtina parlamentera HDP’ê ji alîyê Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partîya Karker ya Tirkîyê (TÎP), Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Kedê (EMEP), Partîya Azadîya Civakî (TOB), Partîya Tevgera Kedkar (EHP), ji hêla 7 partî û rêxistinên Îtifaqa Azadî û Kedê ve hate şermezar kirin.

Piştî desteserkirina Guzel, Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku timên dijî terorê yên Rêveberîya Ewlekarîya Stenbolê û Sazîya Îstixbaratî ya Tirkîyê (MIT), bi xebata hevbeş, Guzel li ser rêya Erdîrneyê bi nasnameyeke sexte desteser kiriye.

Semra Guzel
Semra Guzel

Heft partî û rêxistinên Îtifaqa Azadî û Kedê îdiaya wezaretê red dike û girtin û şêwazê desteserkirina Guzel bi tundî şermezar dike.

“Her ki ku ked, demokrasî û azadîyê biparêze ne pêkan e ku reftara ku li ser Semra Guzel hatîye çêkirin bêdeng bimîne. Guzel bi vîna gel hatiye hilbijartin û hîn jî parlamenterîya wê didome. Lê, şêwazê girtina wê û bi demûdest ji çapemenîyê re serwis kirin û zimanê ku Wezîrê Navxweyî bi dijmintî bi kar anîye nayê pejirandin.”

Daxuyanî bi berdewamî got ku hikûmetê ew bûyer wek propagandeyeke reş û feraseteke desthilatîyê bi kar anî û ew jî ji hiqûq, edalet û demokrasîyê dûrketin e.

Di daxuyanîyê de girtina Guzel j, wek encameke kêşeya Kurd hate ragihandin ku hikûmet dixwaze bi polîtîkayên ewlekarîyê demokrasîyê ji holê rake.

“Bi vî awayî li hemberî Kurdên ku hatine hilbijartin bi dijmintî nêzîk dibin. Pirsgirêka Kurd li Tirkîyê pirsgirêka herî serekî ye. Heta niha ev pirsgirêk hatûye kûr kirin û ew êrîşên ku tên çêkirin jî vê pirsgirêkê hîn kûrtir bike.”

Daxuyanî bal kişand ku polîsan di dema desteserkirina Guzel de destên wê bi berevajî kelepce kiribûn ku e jî mînakeke binpêkirina mafê jinê ye.

ED_05_09_2022_Bertêk_Semra_Guzel
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00
XS
SM
MD
LG