Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî Derheqa COVID-19 Rûniştineke Taybet Pêk Anî


Dr. Walensky (rast) ligel Dr. Fauci (çep). Wêne ji arşîvê ye.
Dr. Walensky (rast) ligel Dr. Fauci (çep). Wêne ji arşîvê ye.

Komîteyek Senatoya Amerîkî îro Sêşemê rûniştineke guhdarîkirinê ligel çend karbidestên saxlemîyê li dar xist ku bersîvdanaa hikûmeta federal ya girêdayî nexweşîya COVID-19 gotûbêj bike.

Ev yek di demekê de ku rojane hermarên pêketinên nexweşîya vîrûsa koronayê li seranserê Amerîkayê bi awayekî zêde tên tomar kirin. Li gor hejmarên Zanîngeha John Hopkins, roja Duşemê 1,483,656 pêketinên nû yên COVID-19 hatin tomar kirin.

Di rûniştina guhdarîkirinê de, Dr. Anthony Fauci, şîretvanê bijîşkî yê Rêvebirîya Serok Joe Biden, û Dr. Rochelle Walensky, rêvebira Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) û hinek berpirsên din bersîva pirsên senatoran beşdar dan.

Heta amadekirina vê nûçeyê, rûniştina guhdarîkirina ya Senatoyê hîn jî dom dikir.

Hinek Senatorên Komarî bi tundî rexneyê li sîyaseta Serok Biden ya hember belavbûna vîrûsa koronayê didin û dibêjin ku hikûmeta federal baş kar nake jibo ku rê li ber belavbûna berfireh ya cureya nû ya vîrûsa kujer, Omicron, bigire.

Di dema rûniştinê de, gengeşeyeke germ di navbera Dr. Fauci û Senatorê Komarî Rand Pual de derket holê. Paul bi rexneyên xwe yên tûj li dijî Fauci tê nas kirin.

Di beşekî axaftina xwe de, Paul got ku Fauci “îdîa dike ku ew yekalî nûnertîya zanistê dike û çi rexne li hember te wekî rexne li hember zanîstê tê dîtin.”

Fauci bersîva vê yekê da û got ku senatorê Komarî “pandemîyeke bobelatî jibo destkeftên sîyasî bikar tîne.”

Hinek senatorên din yên beşdar jî, hem Komarî û hem jî Demokrat, şaşbûna xwe derbirîn kir derbarê gavên CDC yên jibo parastina xelkê ji belavbûna vîrûsa koronayê.

Senatora Demokrat Patty Murray ji wîleyata Washington, got ku di dem dawî de gelek kesan ji wîleyata wê peywendî ligel wê kirine û gazinê nebûna test û mask û alavên din yên parastinê jê kirine.

“Min ji gelek kesan bihîstîye ku ew diketin rêzên pir dirêj de jibo ku xwe test bikin û ji dermanxaneyekê diçûn dermanxaneyeke din jibo ku werin test kirin, lê li gelek cihan test bi destê wan nakeve yan jî buha ye,” wê got.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha li Amerîkayê bêtirî 61.5 mîlyon kes bi COVID-19 ketine û 839,500 jî pê mirine.

XS
SM
MD
LG