Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî Pêşnîyara Vekişandina Hêzên Amerîkî ji Sûrîyê Red Kir


Civata Senatoran ya Amerîkî roja Pêncşemê pêşnîyara Senatorê Komarî Rand Paul ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûrîyê bi 84 beramber 13 dengan red kir.

Pêşnîyara Paul daxwaz dikir ku Serokê Amerîka Joe Biden 900 hêzên Amerîkî ji Sûrîyê derxîne.

Paul, berî dengdanê gotibû ku hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê bi domdarî dibin armanca êrîşên ji çekdarên DAIŞ’ê, komên ser bi Îranê û êrîşên dewleta Tirkîyê ku hevbenda wan ya NATO ye.

Rêberê Kêmanîya Komarî yê Civata Senatoran Mitch McConnell gotibû ku erêkirina pêşnîyara Paul wê bûbûya dîyarîyek ji Îranê re û tora wê ya terrorist jiber ku armanca wan ew e ku hêzên Amerîkî ji Rojhilata Navîn werin derxistin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Sûrîyê 900 leşkerên Amerîkî hene û ew di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de piştgirîya şîretvanî didin Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD).

Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî berî çend rojan ji malpera Al Monitor re gotibû ku karbidestên Amerîkî ji wan re gotiye ku ewê ji Sûrîyê dernekevin.

XS
SM
MD
LG