Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Peywendîyên Derve yên Civata Senatoran Bernivîsa Dijî Tirkîyê Pejirand


Komîteya Peywendîyên Derve yên Civata Senatoran bernivîsa toleyan ya dijî Tirkîyê pejirand.

Bernivîs jiber operasyona Tirkîyê ya dijî rojhilata bakurê Sûrîyê hatiye hazir kirin.

Bo bernivîs di merîyetê keve divê berê li Civata Giştî ya Senato were pejiandin û qonaxa qanûnbûnê ya li Civata Nûneran temam bibe.

Di bernivîsê de ji Tirkîyê tê xwestin ku kiryarên xwe yên leşkerî yên li rojhilata bakurê Sûrîyê bi dawî bike.

Herwiha di bernivîsê de ji Wezareta Derve tê xwestin ku di 90 rojan de ser peywendîyên Amerîka û Tirkîyê û rola Tirkîyê ya di NATO’yê de raporekê hazir bike.

Senatorê Demokrat Bob Menendez dîyar kir ku Tirkîyê bi kiryarên xwe yên di saleke dawî de ‘’ji hedê xwe derketiye’’

Menendez da zanîn ku kiryarên Tirkîyê yên li Sûrîyê û kirîna wê ya S-400 nayê qebûl kirin û ‘’ew bernivîs vê neqebûlkirinê nîşan dide’’

Di bernivîsê de ji karbidestên payabilind yên Tirkîyê re tole têne xwestin û bo firotana çekan ji wî welatî re, qedexe heye.

XS
SM
MD
LG