Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Berê Adlai Stevenson III Canê Xwe ji Dest Daye


New York Timesê ragihand ku Senatorê berê Adlai Stevenson III, ku nevî û kurê Demokratên navdar yên Illinoisê ye, di 90 salîya xwe de li Chicago canê xwe ji dest daye.

Li gor rojnameyê xanima Adlai Stevenson III, Nancy daye zanîn ku ew ji nexweşîya demansê miriye.

Stevenson, piştî senatorê Komarî Everett Dirksen li ser kar mir, di 1970’î de hilbijartineke taybet qezenc kiribû.

Ew di sala 1974’an de jinûve hat hilbijartin, lê di sala 1980’î de biryar da ku nebe berbijar.

Hilbijartinên walîtîyê yên Illinois yên di navbera 1982 û 1986’an de li hember James Thompson yê Komarî wenda kir.

Stevenson, nevîyê mezin yê Cîgirê Serok yê berê Adlai Stevenson û kurê walîyê berê yê Illionis Adlai Stevenson II bû.

XS
SM
MD
LG