Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Komarî Corker: Jiber Referanduma Herêma Kurdistanê Xeyalşikestî Me


Senatorê Komarî yê Tennesse Bob Corker dîyar kir ku jiber lidarketina referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê xeyalşikestî ye.

Corker, ku demek berî niha serdana Herêma Kurdistanê kiribû, da zanîn ku ewê referandum bandoreke neyênî ser hilbijartina sala pêş ya Îraqê bike û dibe ku îstiqrara li wî welatî jî têk bibe.

‘’Kurd ji berê de dostên welatên me ne û ez jî rêvebirên wan baş nas dikim. Yek caran hin welat li gor daxwazên welatên din tevnagerin, lê ew dostanîya heyî xirab nake. Ez hêvî dikim ku em bi Kurdan re bixebitin’’ Corker got.

Senatorê Komarî bi berdewamî dîyar kir ku ew bawer nake ku Kurd demûdest serxwebûnê ragihînin.

Corker got ku Kurdan di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de alîkarîyeke mezin kiriye û ew hêvî dike ku Kurd peyvajoya li dû referandumê jî bi awayekî maqûl bi serî bikin.

XS
SM
MD
LG