Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Amerîkî Graham Dibêje Ew bi Vîrusa Korona Ketiye


Senatorê Amerîka yê Komarî Lindsey Graham dîyar kir ku tevî ku wî vaksîna vîrusa korona li xwe daye jî ew bi vîrusê ketiye.

Graham da zanîn ku li ser wî nîşanên grîpê hene û dîyar kir ku ew dê 10 rojan di karantinê de bimîne.

Wî ji Twitterê got ew jiber karanîna vaksînê kêfxweş e û da zanîn ku ger wî vaksîn li xwe neda ewê rewişa wî girantir bûya.

Komarîyê Carolina Başûr dîyar kir ku wî roja Şemîyê semptomên wek grîpê hîs kirine û roja Duşemê jî alîkarîya nojdarî xwestiye.

Rêjeya karanîna vaksînê li eyaletên li başûrê Amerîka li gor yên din kêmtir e û karbidest didin zanîn ku jiber cureya vîrusa korona ya bi navê Delta jî li wan eyaletan di rojên dawî de pêketin zêde bûne.

Graham neda zanîn ku ka cureya ew pêketiye Delta ye yan ne.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar dike ku li Amerîka rêjeya karanîna bi kêmî ve dozeke vaksînê 58 ji sedê ye û ew rêje li Carolina Başûr 46 ji sedê ye.

XS
SM
MD
LG