Senatorê Utahê Mitt Romney yê Komarî, ku bi rexneyên xwe yên dijî Serok Donald Trump tê nas kirin, dîyar kir ku ewê di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de dengê xwe nede Trump.
Ofîsa Mitt Romney eşkere nekir ku ewê Romney dengê xwe bide berbijarê Demokrat Joe Biden yan ne.
Mitt Romney herî dawî di Twitterê de Trump jiber şermezarnekirina tevgera QAnon, ku li ser înternetê teorîyên komplo belav dike, rexne kiribû.
Senatorê Komarî hefteya borî jî Serok Trump û Demokrat rexne kiribûn û gotibû ku di sîyaseta Amerîka de nefret gur bûye û dîyar kiribû ku herdu alî jî berpirsên vê yekê ne.
Romney, di qonaxa împîçkirina Trump de, dengê ser bi awayekî xirab karanîna desthilatê dijî wî dabû û di dengê din de, ku ser astengkirina karên Kongresê bû, piştgirîya Trump kiribû.