Civata Senatoran paketa alîkarîyê ya bo vîrusa korona, ku 300 mîlyar dolarî bû û ji alîyê Komarîyan ve hatibû hazir kirin, nepejirand.
Demokratên ku dixwazin ku paketa alîkarîyê mezintir be rê li ber pejirandina paketê girtin.
Bo pejirandina paketê li Civata Senatoran ya bi 100 kursî, ku piranîya wê Komarî ne, 60 dengên ‘’erê’’ pêwîst bûn, lê paketê li hember 47 ‘’na’’yan, 52 ‘’erê’’ sitand.
Ji senatorên Komarî bi tenê Rand Paul bo paketê dengê ‘’na’’ da.
Demokratên Kongresê paketeke bi qasî 3 trîlyon dolarî dixwazin, lê hin pisporên sîyaseta Amerîkî dibêjin ku berî hilbijartinên seroktîyê û yên Kongresê, lihevkirina Demokrat û Komarîyan îhtimaleke zor e.
Li ber e ku Kongres, bo endamên wê vegerin eyaletên xwe û karên xwe yên hilbijartinê bimeşînin, bala xwe bide bernivîsên din yên demûdest pêwîst in.
Kongresê heta niha 4 paketên 3 trîlyon dolarî pejirandine.
Civata Nûneran, ku piranîya wê Demokrat in, di meha Gulanê de paketeke din ya bi 3 trîlyon dolarî pejirandibû, lê danûstandinên Kongresê û Qesira Sipî yên ser paketê pêşde neçûbûn.