Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Nikaribû Vetoya Trump Pûç Bikira


Civata Senatoran di dengdana bo pûçkirina vetoya Trump ya ser betalkirina rewşa awarte de, dengên pêwîst nestand.

Kongresa Amerîkî bernivîsa ser betalkirina rewşa awarte ya bo avakirina dîwarê li sînorê Meksîko pejirandibû, lê Trump ew bernivîs veto kiribû.

Li Civata Nûneran, ku piranîya wan Demokrat in, bo pûçkirina vetoya Serok Trump dengdan li dar ket.

Bo pûçkirinê gerek ji sê parên dengan dudu ser erêkirina bernivîsê bûna, lê jiber ku Komarîyan piştgirî neda bernivîsê, dengên hewce derneketin.

Di Civata Nûneran de 435 deng hene, lê 248 kes piştgirî dan bernivîsê.

Bi encama vê dengdanê re Serok Trump dê karibe bo avakirina dîwarê li sînorê Meksîko pereyên jêderên federal bikar bîne.

XS
SM
MD
LG