Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Bernivîsa Desthilata Trump Ser Şerê Dijî Îranê Sînordar Dike Pejirand


Civata Senatoran bernivîsa ku desthilata Serok Donald Trump ya ser operasyona dijî Îranê sînordar dike, pejirand.

Di dengdanê de, 45 senatoran bo bernivîsê gotin ‘’na’’ û 55 din jî gotin ‘’erê’’ ku ji wan 8 Komarî bûn.

Li gor bernivîsa ku berê di Civata Nûneran de jî hatibû pejirandin, divê Trump berî pevçûna bi Îranê re ji Kongresê destûrê bixwaze.

Bo bernivîs bibe qanûn, divê li Civata Nûneran careke din dengdana wê çêbe û ew dûre jî ji alîyê Trump ve were îmzakirin.

Trump berî dengdana li Civata Senatoran ser bernivîsa desthilata wî ya dijî Îranê sînordar dike bertek nîşan dabû.

Wî ji Twitterê dabû zanîn ku ew dijî Îranê ‘’karên baş’’ dikin û gotibû ku ‘’ne dema qelsbûnê ye’’

Bernivîsa ku desthilata Trump sînordar dike ji alîyê Senatorê Virginia Tim Kaine yê Demokrat ve hatibû pêşkeşkirin.

‘’Demokrat hewil didin ku Komarîyan bidin ber şermê. Nehêlin ku tiştekî wisa biqewime’’ Trump nivîsîbû.

XS
SM
MD
LG